22 Kasım 2012 Perşembe

Şêrko Bêkes PİSTE PİSTEK


PİSTE PİSTEK  
Êvar bû
Hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê Meydana Mezin
li nav dilê bajarê Şamê
serê westiyayî tewandibû
wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.            
Hemoyî biçûk î eware
di ber xwe de ,
bi piste pist ev digot:
Tu mamoste piyê xwe deyne!
Tu bazirgan piyê xwe deyne!
Zabit… casûs… leşker… celad
mirovê baş…
û mirovê pîç…
Hûn hemû!
yek li pey yekî piyê xwe deynin
kes nema
tenê Xudê ma
Ez bawer im
li wê dinyayê jî
Xudê ji bo boyaxkirina
pêlavên xwe
wê gazî Kurdekî bike
kî dibê
“ew Kurd ne ez im”
Ax dayê!
Tu dibê pêlavên Xudê çi qas
mezin bin
çend numre ne lingên wî?
Lê ji bo pere!
dayê tu dibê wê Xudê çiqa sî bide

Şêrko Bêkes


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder